Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku 10’ê Kanûna 2022’an ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatibû destpêkirin, veguherî çalakiya greva birçîbûnê.
Heserokê Meclîsa Gel a wargehê Yusif Kara têkildarî çalakiyê axivî û got:
“Eger em dibêjin kesek nikare roja me tarî bike, wê demê pêwîste em wek gelên Kurdistanî li hemberî vê faşîzmê, tecrîd û qirkirinê xwedî hewestekî zelal û bi bandor bin.
Em ê ji niha û şunde vê çalakiya xwe ya nobetê bikin çalakiya greva birçîbûnê.
Em bang li hemû gelên Kurdistanê dikin ku ji bo em demildest agahiyekê ji Rêbertiya xwe bigrin, şev û roj di nava çalakiyên bi hêz de bin.
Wek gelê Mexmûr em ê di vê dema pêşiya me de çalakiya xwe bi şêwazê çalakiya greva birçîbûnê bidin domandin. “