Di sala 2022’an de li Başûrê Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan a başûrê Kurdistanê ragihand ku di sala 2022’yan de li Herêmê 44 jin hatine kuştin.

Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan Fînek Şefîq bîlançoya şîdetê ya sala 2022’yan eşkere kir.

Fînik Şefîq di civîna çapemeniyê de diyar kir ku di sala 2022’yan de zêdetirî 15 hezar dosyayên şîdeta malbatî li saziya wan hatiye tomarkirin.

Ku ji vane dosyayan 15 hezar û 160 şîdeta li hemberî jinan bû.

Fînik Şefîq her wiha anî ziman ku bar 2 hezar û 555 jinan serî li Navenda Şêwirmendiya Malbatî dane û ji 7 hezar çalakiyên hişyariya li beramberî şîdetê hatine kirin.

Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan Fînik Şefîq diyar kir ku di sala 2022’yan de li Başûrê Kurdistanê 44 jin hatine kuştin.

Li gorî Rêxistinê, bîlanço wiha ye:

  • Şîdeta fîzîkî (lêdan) 3 hezar û 515 rewş
  • Şerkirin, 3 hezar û 403 rewş
  • Gefxwarin û tacîza jinan, 2 hezar û 609 rewş
  • Nediristbûna hevjîniyê 539
  • Şîdeta devkî 420
  • Xapandin, 267 bûyer
  • Ji malderxistina jinan, 432 bûyer
Back to top button