Bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên meha Çile li Şehba û Şêrawa

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Şehbayê vê mehê jî dewam kir. Tora Çalakvanên Efrînê bîlançoya êrişên mehekê li ser herêma Şehba û navçeyên Şera û Şêrawayê eşkere kir. Di nava mehekê dewleta Tirk û çeteyên wê 2527 caran bi çekên giran êriş kirine.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrişên li ser Şehba û navçeyên Şera û Şêrawayê didomînin.

Tora Çalakvanên Efrînê bîlançoya mehekê ya êrişên li ser Şehba û her du navçeyan par ve kir.

Di meha Çile de dewleta Tirk 2 hezar û 527 top avêtin Şehba, Şera û Şêrewa

Li gorî rapora Tora çalakvanên Efrînê, bîlanço wiha ye::

Ji 1 heta 10 Çile 20 gund bi 608 topan hatin bombebaran kirin.

Di encamê de 6 leşkerên hêzên Hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Ji 11 heta 20’ê Çile 32 gund bi hezar û 44 topan hat topbarankirin.

Di encamê de leşkerek Hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Ji 21 Çile heta 31, 21 gund bi 538 topban hatin topbarankirin.

Her wiha di 1, 3 û 4’ê Çile de dewleta Tirk û çeteyên xwe nuqteyên hêzên Hikûmeta Şamê yên li gundên El-elqemîyê û Malikiyê yên Şera û gundê Burc Qas yê Şêrawê topbaran kirin.

Di encama topbaran dijwar de, 10 leşkerên Hêzên Hikûmetê bigiranî birîndar bûn.

Di 12 Kanûnê de li gundê Meyasa yê Şêrawayê sê serbazên heres Elcumhûrî yên girêdayî hêzên Hikûmeta Şamê hatin kuştin û sê endamên wan birîndar bûn.

Di 24 Çile de di encama topbarana dewleta Tirk li ser gundê Til Enab û Xirbêt Şila yên girêdayî Şehbayê, leşkerek hikûmeta Şamê birîndar bû.

Di 29 Kanûnê de jî zarokê bi navê Îso Rehmo Erebo di encama teqîna mayînekê de li gundê Başmêra ya Şêrawayê de jiyana xwe ji dest da.

Hemwextî van êrişan, rojane balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li asîmanê herêmê Şehba û navçeyên Şera û Şêrawayê digeriyan.

Bi giştî di nava mehekê de, gundewarên Şehba, Şera û Şêrawayê bi 2 hezar û 527 topan hatin hedefgirtin.

Back to top button