Li Idlib-Heleb şer: 4 leşkerên hikûmetê û çeteyek hatin kuştin

Şer û pevçûn di navbera Hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyan de berdewam dike. Li gundê Idlibê 4 leşkerên Hikûmeta Şamê û ji aliyê din çeteyek hatin kuştin

Îro li bajarokê Kefrûma yê Idlibê çeteyên bi navê Heyit Tehrîr El-Şam êrişî leşkerên hikûmeta Şamê kirin.

Di encamê de şer derket, çeteyek û 4 leşkerên Hikûmeta Şamê hatin kuştin ku di nava wan de efserek hebû.

Her wiha li bajarê Babê jî çeteyekî Cebiha El-Şamiyê bû armaca sûyqastekî Hikûmeta Şamê û herî dawî hate kuştin

Li ser rêya Reyî ya bajarê Derayê jî du mayînên ku ji aliyê çeteyên nenas ve hatibûn bicihkirin bi leşkerên Hikûmeta Şamê ve teqiyan.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê kuştî û birîndar hene.

Back to top button