Ji hesabê twitter yê Xamaneyî gefa kuştinê li Trump hate xwarin

Ji Îranê peyama rakirina tola Qasim Silêmanî ji Trump hate dayîn.
Di peyama ku li ser malpera lîderê Olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamneyî hate weşandin de, serokê berê yê DYA Donald Trump hedef hatiye nîşandan.

Ji hesabekî Twîtterê yê ser bi lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaneyî şevê din peyameke tolhildanê hate weşandin.

Di peyamê e wiha tê gotin:

Tolhildan nebe nabe.

Divê tol ji kujerê Silêmanî û yê fermana kuştinê daye bê hilanînin.

Li kêleka van gotinên beriya niha ji aliyê Hamaney ve hatibûn bikaranîn, wêneyekî fotomontajkirî yê Donald Trump ê bi golfê dilîze, hate bicihkirin.

Li ser wêne jî siya balafirê ya sêgoşe balê dikişîne.

Qasim Silêmanî ku weke afirînerê stratejiya Îranê ya li herêmê dihate dîtin, berpirsyarê operasyonên derve yê Parasvanên Şoreşê û fermandarê Hêzên Qûdsê bû.

3’ê Çileya 2020’î li Bexdayê bi fermana Trump bi êrişa dronê hate kuştin.

Back to top button