Komseriya YE: Gotinên Erdogan dê Tirkiyê zêdetir ji YE’yê dûr bixe

Komseriya YE’yê diyar kir ku banga serokkomarê Tirkiyê ya boykotkirina kelûpelên Fransayê li dijî rihê peymanên dîplomasî û bazirganî yên ku bi Brukselê ve hatine îmzekirin e û got ev yek Tirkiyê zêdetir ji YE’yê dûr bixe.

Berdevkê Komeseriya Ewropayê got: “Peymanên YE’yê bi dewleta Tirk re li ser pevguhartina azad a kelûpelan e. Divê li hember vê yek rêzgirtina dualî hebe. Dewleta Tirk jî di vê çarçoveyê soz a dabû.”

Her wiha got, bangên boykotkirina kelûpelên her dewleteke endam li dijî rihê van peymanan e û dê dewleta Tirk zêdetir jî YE’yê bi dûr bixe.”

Back to top button