Hewlêr ji Bexda daxwaza zêdekirina pereyê herêmê dike, Iraq jî vê red dike

Krîza aboriya li başûrê kurdistanê, trafîka danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê zêde kiriye. Di nava du mehan de, şandeya herêma başûrê kurdistanê 5 caran serdana Bexdayê kir.

Başûr dixwaze Bexda 200 milyon dolar li ser pereyê herêmê zêde bike, lê Bexda vê yekê red dike. Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih ji PDK û YNK’ê re got,

Kampanya û pereyên we ji derve hene, wan pereyan bînin û rewşa li herêmê xweş bikin.

Krîza aborî ya li başûrê kurdistanê, hikûmeta herêmê xistiye nava tevgerê.

Di nava 2 mehên borî de, şandeya Herêma Kurdistanê 5 caran bi armaca çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de û lihevkirina li ser bûdce û neftê serdana Bexdayê kir.

Hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê amadebûna xwe ya ji bo dahata naftê û beşek dahata hundirin rastî Bexda bike nîşan daye.

Li beramber wê Bexda 700 milyon dolar jî wê bişîne.

Lê Bexda vê yekê red kiriye.

Bexda dibêje, ew amadeye mehane 500 milyon dolar bişîne.

Li gorî agahiyên ajansa Rojnews’ê ji çavkaniyên taybet girtine, di serdana dawî de, Nêrçîrvan Barzanî û Qubat Talebanî di du civênên cuda yên li gel Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih de, daxwaz jê kirine ku bi rêya têkliyên xwe yên şexsî hewl bide ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo herêmê 200 milyon dolarên din li ser baca herêmê zêde bike.

Li gorî heman çavkaniyê ku nexwest navî wî were eşkere kirin, Nêçîrvan Barzanî ji Berhem Salih re ragihandiye ku ew daxwaza Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ye.

Dr. Berhem Salih bo PDK û YNK: Preyên xwe yên ji derve bînin û rewşa xelkê baş bikin

Ji bo ku Bexda û Hewlêr li hev bikin, Qubat Talebanî xwestekên YNK’ê gihandiye Berhem Salih.

Çavkaniyê ragihand ku Berhem salih red kiriye ku wê daxwazê pêşkêşî Kazimî bike û ev yek ji Barzanî û Talebanî re ragihandiye;

“Iraq di warê aborî de di rewşek xerab û dijwar de ye.
Nikarim zilmê li welatiyên parêzgehên Necef, Besra, Kerbeh û parêzgehên din ên Iraqê bikim.
Kompanîyên YNK-PDK’ê hene.
Pareyek zêde yê we ji derve heye.
Herin wî pereyî bînin û vê rewşê pê derbas bikin.”

Li gorî çavkaniyê van axaftinên Berhem Salih, Nêçirvan Barzanî, Mesud Barzanî û heta beşek ji YNK aciz kiriye.

Back to top button