Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Dewleta Tirk dixwaze li dijî gelê herêmê şerekî din bimeşîne

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li herêma Firatê têkildarî belavbûna madeyên hişbir di nava ciwanan de hişyarî da.

Saziyên ewlekariyê yên li Kobanê di 26 Hezîranê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir” de madeyên hişbir şewitandin.

Endama Rêveberiya Beşa Têkoşîna li Dijî Sûcên Rêxistinkirî ya li herêma Firatê Silêman Hisê destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê çend bazirganên ku madeyên hişbir ji herêmên derbasî herêma Firatê û herêma Minbicê dikirin, girt.

Silêman Hisê anî ziman ku herî zêde ciwan dibin armanc nexasim ên temenê wan di navbera 15 û 22 salan de be, li gel vê yekê made bê pere li ciwanan tê belavkirin û piştî fêr bû, êdî bi xwe madeyên pir dikirin.

Back to top button