Îranê.. Li santrala elektirîk ya El Zarkanê teqînek pêk hat

Li Îranê di hefteyekê de teqîna sêyemîn pêk hat. Îro li başûrê rojavayê Îranê li santraleke elektrîkê teqîneke mezin pêk hat.

Li gorî medyaya herêmî teqîn li santrala elektrîkê ya El Zarkanê pêk hat.

Di nava hefteyekê de sê teqîn pêk hat.

Roja Pêncşemê li baregeha nukleer a Natanzê jî teqînek pêk hatibû.

Doh jî rayedaran diyar kirin wan problem tespît kirine lê ji ber ewlehiyê wê eşkere nekin.

Li gorî hin çavkaniyan bombeya atomê teqiyaye.

30 Hezîranê jî li navendeke tendirustiyê teqînek pêk hat û herî kêm 20 kes mirin.

Ji xeynî van teqînan 25’ê Hezîranê jî li Hojîrê li nêzî ciheke sazkirina fuzeyab, teqîneke mezin pêk hat.

Rayedaran her carê hincetên cihê diyar kirin.

Back to top button