Sala 2019’an dewleta Tirk êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir , wê demê ev herdû bajar hatin dagirkerin.
Di enacama van êrişan de gelek dibistanan zirar dîtin.
Rêveberiya Dibistanan a Til Temirê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrî hin dibistan ku zirar dîtine, vekirin.
Rêveberiya Dibistanan a navçeya Til Temirê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê 9 dibistan li gundên navçeyê vekirin.
Hevseroka Rêveberiya Dibistanan a Til Temir Behiye Memo da zanîn ku dibistanên ku hatine vekirin ên seretayî ne û got:
“Her dibistanek ji 100 heta 300 şagirtan dihewîne.
Li gor amara herî dawî ya Rêveberiya Dibistanan; hejmara şagirtên her sê qonaxan 4 hezar û 738 şagirt in.
2 hezar û 226 şagirtên din ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji xwendinê bêpar mane.”