Endama Komîteya Înîsiyatîfa Gel a Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Apo Asya El-Hisên diyar kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk çareseriya îdeal e ji bo hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn.
Endama Komîteya Înîsiyatîfa Gel a Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan a bajarê Minbicê Asya El-Hisên li ser girîngiya fikir û projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan axivî.
Asya El-Hisên eşkere kir ku bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêngaveke cîhanî li 74 bajaran hate destpêkirin û wiha anî ziman:
“Destpêkirina pêngaveke bi vî rengî ya gerdûnî, nîşan dide ku fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan li cîhanê belav bûye.
Em dibînin ku dewleta Tirk ji bo şikandina vîna gelên azadîxwaz, li dijî Rêber Abdulah Ocalan her cûre rêbaz û êşkenceya psîkolojîk datînin.
“Projeya Neteweya Demokratîk çareseriya herî îdeal e”
Divê dewleta Tirk û hêzên tevlî komploya navneteweyî bûne zanibin ku alîgirên fikirê Rêber Abdullah Ocalan heta azadiya wî wê li ber xwe bidin.
Fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan û projeya neteweya demokratîk çareseriya îdeal e ji bo hemû pirsgirêkên heyî yên li tevahiya Rojhilata Navîn.”
Asya destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk û ezmûna xwerêveberiyê bûye mînakek ji bo demokrasî, biratiya gelan û jiyana hevbeş.
Asya da zanîn ku çalakî û têkoşîna wan wê dewam bike, heta ku rêxistinên mafên mirovan daxwazên wan ên ji bo rakirina tecrîdê bi cih bînin.