Xelkê Qamişlo cenazeyê şehid Ciwan Elî oxir kirin

Şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmekî girseyî cenazeyê şehid Ciwan Elî oxir kirin.

Şêniyên bajarê Qamişlo îro ji bo oxirkirina cenazeyê welatiyê bi nav Ciwan Elî kom bûn.

Ş.Ciwan yê 25`ê Kanûnê di encama êrişa dewleta Tirk a qirker a li ser Çapxaneya Sîmav a li Qamişloyê de birîndar bibû, 29`ê Kanûnê şehîd bû.

Karwanê şehîd Ciwan Elî ji taxa Enteriyê hetanî ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan li ser piyan meşiya.

Di merasîmê de Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Ibêd Etê êrişn û kirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên gelên li herêmê weke `bê exlaqî` pênase kir.

Li ser navê malbata şehîd Ciwan Elî Şêrîn Memo jî anî ziman ew ê hertim rêya şehîdan bişopînin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Şehîd Ciwan Elî li ser milê hevalê xwe û bi destê wan li pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin.

Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbata şehid Elî Efrît re xwesttin

Her wiha Saziya Malbatê Şehîdan ya Minbicê jî ji bo Şervanê meclisa leşkerî Elî Efrît konê sersaxiyê veda.

Şehîd Eli dema li ser arka xwe ya leşkerî bû şehid bibû.

Di bin kon de sersaxî ji malbata şehîd hate xwestin û peyama şopandina riya şehîda dan.

Back to top button