YNK: Ger Kurd li Kerkûkê bisernekevin, berpirsyar PDK ye!

Bi ser hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê re 12 roj derbas bûn.
Niha çavê her kesê li ser walitiya Kerkûkê ye.
Rêveberiya YNK’ê dibêje, ger Kurd li Kerkûkê binbikevin, berpirsyartî di stûyê PDK’ê deye.

Li Iraqê 16’ê meha Kanûnê dengdana taybet û 18’ê mehê jî dengdana giştî ya ji bo hilbijartina encûmena parêzgehên Iraqê pêkhat.

Piştî bi dawî bûna hilbijartinê niha jî çav li rêye ku waliyên parêzgehan werin diyarkirin.

Parêzgeha Kerkûkê jî yek ji van parêzgehane ku çavê Kurdan li diyarbûna walitiya wê ye.

Ji ber ku di deman hilbijartinê de partiyên Kurdî bi hevre bi yek lîsteyê neketin hilbijartinan dengek zêde yê Kurdan vale çû.

YNK’ê li Kerkûkê 5 kursî, PDK’ê jî 2 kursî bidest xistin.

Lê metirsî heye ku di diyarkirina waliriyê de PDK’e hevkariya YNK’ê neke.

Eger PDK ji bo bidestxistina walitiya Kerkûkê bi YNK’ê re nebe yek, wê pirsgirêk kûrtir bibin.

Ji ber ku duh bi şev sê aliyên lîsta Erebî, yekîtiya xwe ji bo encûmena parêzgeha Kerkûkê ragihandin.

Li gorî agahiyên ku ajansa Rojnews’ê ji nav rêveberiya YNK’ê girtiye, YNK’ê ji PDK’ê re ev tişt gotiye:

“Berpirsyartiyek dîrokî li ser stûyê weye, ger Kurd li Kerkûkê bin bikevin, berpirsyartiya vê di stûyê wedeye.”

Heman çavkaniyê daye zanîn ku ger PDK vê berpirsyartiya dîrokî negire ser xwe, ew ê ji xelkê Kurdistanê re bêjin, PDK piştgiriya Ereb û Tirkmenan dike û pişta xwe daye Kurdan.

Li gorî Rojnews’ê heman çavkaniyê diyarkiriye ku wê di nava çend rojên bêde di navbera PDK’ê û YNK’ê de serdanên ji bo aliyên siyasî destpê bikin.

Pitşre wê namzetek ji bo walitiya Kerkûkê jî diyar bikin.

Back to top button