Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 45’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê li girtîgehan dayî destpêkirin di roja 45’emîn de, bi koma 9’an didome. Malbatan jî bang li raya giştî kirin û gotin divê em bibin dengê girtiyan û dengê zarokên xwe.”

Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdarê de, dest bi girava birçîbûna ya bêdem û bi dûrveger kirin.

Çalakî di roja 45’an de bi koma 9’emîn dewam dike.

Çalakiya pişgtiriyê ya li Mexmurê jî bi koma 12’emîn di roja 24’an de berdewam dike.

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê jî greva birçîbûnê di roja 3. emîn de didome.

Greva ku 5 kes tevlî bûne wê 4 rojan dewam bike

Nermiye Îvendî: bila tecrîd bi dawi bibe, daxwaza girtiyan bi cih were

Malbatên girtiyan,ên li Şirnexê derbarê çalakiya greva birçîbûnê axivîn.

Nermiye Îvendî, ku kurek wê Botan Îvendî di Girtîgeha Amedê de û kurê wê yê din jî Abdurrahman Îvendî jî di Girtîgeha Patnosa Agiriyê de ye. Her wiha kurek wê Îbrahîm Îvendî jî di qedexeya derketina derve de de jiyana xwe dest daye.

Nermiye, daxwaz kir ku tecrîd bi dawi bibe û daxwazên girtiyan bi cih were anin.

Nermiye, anî ziman ku şert û mercên girtîgehan gelek giran bûne û balkişand ser greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger .

Saniya Danerî: Divê em bibin dengê girtiyan

Saniya Danerî dayika Lokman Danerî ku 11 sal in girtî ye û 40 sal ceza lê hatiye birîn diyar kir ku li ser girtîgehan zext û zordarî zêde ye û got;

Zarokên me ji bo rakirina tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Bila daxwaziya zarokên me bi cih were û tecrîd bê rakirin.

Zarokên me ji bo daxwaza wan bi cih were bedenên xwe dane ber birçîbûnê. Divê em jî ji zarokên xwe re bibin deng. Em bibin dengê girtîgehan.

 

Back to top button