Li Berlînê bi hezaran kes Rosa Lûksembûrg bi bîr anî, polîsan mudaxeleyî çalakgeran kir

Li paytexta Almanya Berlînê salvegera qetilkirina jina pêşeng a sosyalîst Rosa Lûksembûrg ji aliyê bi hezaran kesan ve hat bi bîranîn.

Di bîranînê de polîsan bi awayek hişk êrîşî çalakgeran kir.

Gelek rêxistinên ku di nava wan de komên Kurd û çepên Tirkiyeyî jî hebûn li taxa Frîedrîchshaîn a Berlînê li ber deriyê Frankfûrtê hatin cem hev.

Çalakgeran rewşenbîrên Marksîstî Rosa Lûksembûrg û Karl Lîebknecht ku sala 1919’an ji aliyê leşkeran ve bi awayek hovane hatibû kuştin, bi bîranîn.

Di merasîma ku nêzî 3000 kes tevlî bûbûn de polîs bi hinceta ku qedexeyên pandemiyê hatiye binpêkirin êrîşê çalakgeran kirin.

Polîsan li hemberî xwepêşanderan bombeyên gazê bi kar anîn.

Tevgera Şoreşger ya Yekbûyî ya Gelan, MLKP û gelek rêxistinên sosyalîstî bi pankart û alên xwe ve tevlî merasîma bîranînê bûn.

FED-KURD’ê jî bi danîna çelengê di şexsê Rosa Lûksembûrg de hemû şoreşger silav kir. Çalakî li Goristana Sosyalîstan bi dawî bû.

Back to top button