Çalakiya grevê ya li girtîgehan di roja 227’an de didome

Girtiyên PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêber Apo û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, 227 roj in di nava berxwedanê dene. Çalakiya li Mexmûrê di roja 206’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 189’emîn de dewam dikin. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 46’emîn di roja 227’emîn de dewam dike.

Çalakiya ku bi 5 rojan carekê dihat dewam kirin wê di 39’emîn salvegera çalakiya rojiya mirinê ya mezin a ku di 14’ê Tîrmehê de, wê bi koman weke 15 rojan careke dewam bike.

Çalakiya greva li Mexmûrê di roja 206’an de ye

Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava “Dem dema azadiyê ye” li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, di roja 206’an de bi koma 104’emîn didome.

Li Yewnanistanê jî çalakî di roja 189’emîn de ye

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdê û binpêkirina mafan 189 roj in di grevê de ne.

Back to top button