Lavrov: Şerê cîhanê yê 3. wê bi nukleer û wêranker be

Rûsya welatên rojava û taybet NATO bi wê yekê hişyar dike ku ger bikeve Ûkrayna wê şerê cîhanê yê sêyemîn pêk were. Her ku welatên rojava ji bo Ûkrayna xwe dilivînin, Moskow vê yekê bibîr dixe. Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Lavrov careke din got: Şerê cîhanê yê sêyemîn wê bi çekên nukleerî û encama xwe jî wê wêranî be. Serokê DYA Biden jî ji şerê heyî Putin sûcdar dike.

Rûsya ku ji hêza herî mezin ya cîhanê ye ku xwe dî çekên nukleerî ye qala xeteriya Ûkrayna ya bûyîna xwedî çekên nukleerî dike.

Bi gotineke din Rûsya bi gefa nukleerî, serê welatên rojava daye tewandin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, Eger çekên nukleerî yên Ukraynayê hebin, ev yek wê ji bo Rûsya xeteriyek be. Ji ber vê sedemê Wezîrê Rûs diyar kir ku ew “destûr nadin” Ûkrayna bibe xwedî çekên nukleerî.

Lavrov anî ziman ku şerê cîhanê yê 3. wê bi nukleerî û wêranker be.

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin herî dawî ferman dabû ku sistema parastinên nukleerî derbasî rewşa şerê taybet bibin.

Paşê Lavrov ji Al Jazeera re îdia kir ku Ûkrayna bi fermana Amerîka danûstandinan paş dixe.

Biden: Putin xwe xapand, em amade bûn

Piştî gefên Rûsya, çav zivirîn li ser helwesta welatên rojava.

Serokê Amerîkayê Joe Biden li Kongressê di axaftina xwe ya bi sernavê “Rewşa Yekîtiyê” de, behsa piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Ûkraynayê kir.

Joe Biden ragihand ku qada hewayî ya welatê wî ji balafirên Rûsyayê re hatiye girtin.

Biden li ser Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got:

“Dema ku dîktator berdêla êrişên xwe nedin, dibe sedema aloziyan. Ev rewş berdêla ji bo Amerîka û cîhanê zêdetir dike. Şerê Putin şerekî bê sedeme û ji berê ve plankirî bû. Wî hewldanên dîplomatîk red kir. Ew difikirî ku wê welatên rojava û NATO bersiva wî nedin, ew ê li welatê xwe berdêl nede û me li vir li welatê me parçe bike. Putin xwe xapand. Em amade bûn.”

Siyasetmedarên Taywanê mûçeya xwe ya mehekê wê bişînin Ûkrayna

Serokê Taywanê Tsai Ing-wen û Cîgirê wî Lai Ching-te û Serokwezîrê Taywanê Su Tseng-chang ragihandin ku ew ê mûçeyên xwe yên mehekê bişînin Ûkraynayê.

Siyasetmedarên Taywanî jî diyar kirin ku hesabê bankê hatiye vekirin û Taywanî jî dikarin bi rêya vê hesabê pereyan bidin Ûkraynayê.

Ji ber şerê li Ûkrayna nirxê petrolê 100 dolar derbas kir

Di vê navberê de, şerê heyî bandorê li ser jiyana giştî dike.

Ji ber bandora şerê Rûsya-Ûkraynayê bihayê petrolê zêde bûye û di nava rojê de ji 100 dolarî derbas kir.

Binirxbûna petrolê di heman demê de tê wateya, binirxbûna tevahî pêdiviyên jiyanî.

Back to top button