Fermandar û Leşkerên ji pêkhateyên Aşûrî û Sûryanî yên QSD’ê cejna Qurbanê li Mislimanan pîroz kirin.
Hate diyarkirin ku hemû pêkhateyên herêmê li eniyên şer in da ku gel bi di nava aştî û aramiyê de cejinan pîroz bikin.
Yek ji Fermandarê Melisa Parastina Xabûr ê Aşûrî yê girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Nebîl Werde cejna Qurbanê li Misilmanan pîroz kir.
Her wiha Nebîl Werde hêzên leşkerî yên li eniya şer ku bi şev û roj ji bo parastina gel û herêmê bi erkên xwe radibin, pîroz kir.
Nebîl Werde hêvî kir ku ew di sala dîtir cejina xwe li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, pîroz bikin.
Şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Horo Qiryaqs jî bi wesileya cejnê diyar kir ku ji bo parastina gel û herêmê ew ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva dagirkeran bidin.