Bi êrîşên Artêşa Tirk li ser şêniyên gundên Girê Spî zarokek bi giranî birîndar bû.
Nûçegihanê me ragihand ku, li ser riya M4 ya navdewletî, Artêşa Tirk a dagirker erebeyên sivîlên gundê Dibis ê Girê Spî gulebaran kirin û zarokek bi giranî birîndar kir.
Nûçegihanê me diyar kir ku, zarokê bi navê Wîsam Osman ê 14 salî derdora saet 8’ê êvarî birîndar bûye û niha li nexweşxaneya Kobanê tê dermankirin.