Rêjîma Sûrî bi piştgiriya hewayî ji Rûsyayê, piştî demekê ji şerên dijwar, bajaroka Meret El-Numan a başûrê Idlibê bi dest xist.
Piştî derbasbûna Rêjîmê ji bajaroka navborî re, çavdêriya Sûrî ya Mafê mirovan ragihand ku, komên Dewleta Tirk ji bajarokê vekişiyan û Rêjîmê hemû taxên wê bi dest xistin..
Ev yek ji aliyê Fermandariya Giştî ya Hêz û Artêşa rejîma Sûrî ve jî hat piştrastkirin.
Fermandariya Giştî ya hêzên rêjîmê:
Tevî Maeret El-Numan, me gelek gund û bajarok li başûrê Idlibê rizgar kirin
Artêşa Sûrî bi daxuyaniyeke çapmeniyê got, “tevî Maeret el-Numan me gelek gund û bajarokê gundewarê Idlibê yê başûrî rizgar kirin” û idia kir ku ew ê “sînorekî ji sûcên komên çete re deynin.” di nav de .”
Li gorî çavdêriya Sûrî, di nava 4 rojan de, Rêjîma Sûrî 26 herêmê li Idlibê bi dest xistine..
Tirkiye: Em ê bersiva êrîşên rêjîmê bidin
Li hemberî wê jî, Tirkiyê gef li Rêjîma xwar ku ew ê bersivê bidin her êrîşekê li ser nuqteyên wan ên çavdêriyê..