Wezîrê hindirîn ê Wîfaqê ji kar hat dûrxistin

Roj bi roj, nakokiyên di nava hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî de zêde dibin.
Li gorî çavkaniyan, wezîrê hindirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Paşaxa, bi hevkariya rêxistina Ixwanan, plan dikir ku darbeyeke leşkerî li dijî Fayiz Serac pêk bîne.
Ji ber vê yekê, hikumeta Wîfaqê ew ji kar dûr xist û biryara lêpirsîna bi wî re da.
Di heman demê de, çeteyên Wîfaqê bi fîşekan, bersiva xwepêşandanên li dijî Fayiz El-Serac didin.

Meclisa Serokatiyê ya hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî, şeva borî ragihand ku wan Wezîrê xwe yê Hindirîn Fethî Paşaxa ji karê wî dûrxistiye û derbarê wî de lêpirsîn dane destpêkirin.

Meclisê diyar kir ku wê di nava 72 saetan de bi Paşaxa re, derbarê daxuyanî, dayîna destûran, parastina xwepêşanderan û bûyerên ku li Trablûsê rû didin lêpirsîn bidin destpêkirin.

Wezîrê hindirîn ê Wîfaqê, plana darbeyekê leşkerî li dijî serac dikir

Lê li gorî çavkaniyan, dûrxistina Paşaxa ji kar, ji ber ku wî plana darbeyeke leşkerî li dijî Fayiz Serac dikir, pêk hat.

Li gorî heman çavkaniyan, Paşaxa ji bo pêkanîna darbeyê, danûstandin bi Xalid El-Mişrî û rêxistina Ixwanan re dikir.

Piştî vê biryarê, çeteyên Misratayê hêzên xwe komî ser hev kirin û rewşa awarte ragihand.

Li Trablûsê xwepêşandan li dijî Wîfaqê berdewam in

Li ser erdê jî, duh înê, çeteyên Wîfaqê jimareke xwepêşander li Trablûsa paytext, gulebaran kir.

Her wiha çeteyan bi ser malan de girt û gelek çalakvan binçav kirin.

Ji aliyê xwe ve xwepêşanderan teqezî li ser berdewamiya xwepêşandanên aştiyane, heta pêkanîna daxwazên xwe kir.

Piştî vê daxwazê çeteyên Wîfaqê, qada El-Şuheda’a ya li Trablûsê û kolanên sereke yên qadê, dorpêç kirin.

Ji yekşema borî ve, bi hezaran Lîbî li Trablûs û gelek bajarên din, li dijî Serac xwepêşandanan li dar dixin û çeteyên Wîfaqê jî li dijî wan fîşekan bikar tînin ku heta niha gelek xwepêşander birîndar bûne û hatine girtin.

Back to top button