Têkoşîna li dijî terorê a Silemaniyê ragihand ku wan dadwerê qanûnî yê DAIŞ’ê di encama operasyonekê de girtin.
Tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Iraqê û Başûrê Kurdistanê dewam dike.
Bi taybetî di demên dawî de ev yek zêde bûye.
Li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonên hêzên Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî didome.
Têkoşîna li dijî terorê ya Silêmaniyê têkildarî operosyonekî li dijî şaneyên DAIŞ’ê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin hêzên wan “dadwerê qanûnî” yê DAIŞ’ê yê li Silêmaniyê girtin.