Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kargehên dermanan hene. Yek li Minbicê û ya din li Tebqayê ye. Her du kargeh bi pisporî û kadroyên tibî yên xwecih zêdetirî 80 cureyên dermanan çêdikin.
Kargeha Farma Land ya li Minbicê bi 65 xebatkaran karê xwe dimeşîne . Kargeh 50 cureyên dermanan çêdike
Rêveberê giştî yê şîrketê Hesen El Ebadî diyar kir ku berhemên kargehê li gorî pîvanên navneteweyî tên çêkirin û ev agahî da:
“Di kargehê de 3 laboratuar, beşeke dagirtinê, xetên hilberandinê û çêkirina kapsulan hene.
Ji ber ambargoya li ser herêmê em astengiyên derbaskirina madeyên sereke dikişînin.
Hinek made heta ku derbas dibin, bi rojan li deriyê sînor tên sekinandin û xirab dibin.”
Her wiha Kargeha Laît Farma ya li Tebqayê jî di sala 2022’yan de hat vekir.
Li Kargehê 20 cureyan dermanên têne çêkirin û hawildana 3 cureyên din hilberîne.
Rêveberê kargehê Ehmed El Hemadî diyar kir ku armanca wan a bingehîn a avakirina vê kargehê dabînkirina dermanên mirovan e,
Kargeh rojane 5 hezar dermanan hildiberîne.