2’Emîn Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqayê hate lidarxistin.
Di kongreyê de hate gotin: “Ji bo rizgarkirina hemû jin û mêran ji zihniyeta baviksalarî em ê xebatên xwe bi xurtî bidomînin.”
Di kongreyê de endamên nivîsgehên kombûnê yên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê, bi giştî 600 delege amade bûn.
Berdevaka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El-Îsa axivî û bixêrhatina beşdaran kir û got:
Em di pêkanîn û pêşxistina pransîbên bingehîn ên ji jinên azad re pêşeng bûn û hîna pêşeng in.
Bi navê Koordînasyona Kongra STAR Hêvîn Silêman jî axivî û ev tişt anî ziman:
“Ji vir û şûnde têkoşîna jinan bû şahidê zayîneke nû ku bi avakirina Kombûna Jinan a Zenûbiya tê temsîlkirin.
Ev kombûn berhema tê koşîna neviyên Zenûbiyayê ne.”
Hêvîn Silêman bang li jinên herêmê û Sûriyê kir ku ji bo bidawîkirina zihniyeta desthilatdar û hemû cureyên tundî û dijmirovî yên li dijî jinan yekîtiya xwe ava bikin û li ser felsefeya Jin Jiyan Azadî li ber xwe bidin û têbikoşin.
Îlham Ehmed: Ji bo têkbirina zihniyeta baviksalar em ê bi xurtî xebatên xwe bidomînin
Her wiha Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed jî diyar kir ku ji her aliyê ve êriş li ser jinê heye û ev yek anî ziman:
“Ji bo ku em van êrişên pergala baviksalarî vala derxin û têk bibin em bi xurtî dixebitin.”
Ji bilî wan gelek axaftinên din hatin kirin.
Kesên axivîn gotin: Em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku xwe bigihînin hemû jin û mêran û ji zîhniyeta baviksalar rizgar bikin.
Kongre bi axaftin û sînevîzyona li ser xebatên 2 salan ên kombûnê, nirxandinên Rêber APO û nîqaşkirina rêziknameyê de bi dawî bû.