Hizbullah: Îsraîl ê tevahiya gundê Gacarê dagir kir

Îsraîlê tevahiya gundê Gacarê yê li ser sînorê Lubnanê xiste bin kontrola xwe û li derdora wê têl dike.
Tevgera Hizbullah a Lubnanê kiryarên Îsraîlê weke dagirkerî bi nav kir û got:
“Gundê Gacar bi hêza çekan hatiye dagirkirin û ev pêngavek xeternak e.”

Artêşa Îsaîlê ji 4’ê Tîrmehê ve gundê Gacarê ya ku dikeve aliyê Bakurê Lubnanê dorpêç kiribû.

Hizbullahê der barê guhertinên li gundê Gacarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevahiya Gacarê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke xaka Lubnanê tê dîtin.

Lê ew gund ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye dagirkirin.

Her wiha hêzên Îsraîlê devdora gund têl dikin û bi betonê dîwar ava dikin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku tevahiya Gacarê girêdayî Lubnanê ye.

Lê Îsraîl desthilatdariya xwe li ser gund ferz kiriye.

Hizbullahê di dewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Pêngavên Îsraîlê pêşketineke xeternak e.

Gundê Gacar ê Lubnanê bi hêza çekan hatiye dagirkirin.”

Wezareta Derve ya Lubnanê jî di 4ê Tîrmehê de hişyarî dabû ku Îsraîl dixwaze herêma dagîrker berfireh bike.

Ev yek bi awayekî eşkere biryara 1701’ê ya Encûmena Ewlekariyê ya NY’yê ku ketina bakurê gundê Gacarê qedexe dike, binpê dike.

Îsraîlê-Bi hezaran xwepêşandêr li qadanin

Back to top button