Artêşa Îsraîlê li dijî bajarê Cenîn yê li Şerîaya Rojava oparasyonek pêk anî.
Di encamê de, 8 Filistînî hatin kuştin, bêtirî 50 jî birndar bûn.
Îsraîlê ragihand ku di oparasyonê de, “navendên terorîstan” hatine armanckirin.
Di operasyona artêşa Îsraîlê ya li dijî Cenînê ya li Şerîeya Rojava de, herî kêm 5 Filistînî hatin kuştin.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku di encama operasyonê de bêtirî 50 kes birîndar bûne û rewşa 10 ji wan giran e.
Artêşa Îsraîlê jî li ser mijarê daxuyaniyek da.
Artêşê diyarkirin ku operasyona bi navê “Mal û Baxçe” “binesaziya terorê” kir armanc û heta danê sibê dewam kir.
Cenîn û kampa penaberan a ku ji 17 hezar kesî pêk tê, wekî keleha Filistîniyên milîtan tê zanîn.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat gotin “Navenda fermandarî û ragihandinê ya ku ji bo terorîstan wekî depoya çekan, cihê hevdîtinê û xala çavdêriyê tê bikaranîn” di operasyona esmanî de hatiye armanckirin.
Piştî êrîşa hewayî artêşa Îsraîlê bi qasî 100 wesayitên leşkerî û hêzên bejayî derbasî bajêr bû.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Richard Hecht got, operasyon wê “heta pêwist bike” bidome.
Hecht daxuyakirin ku hêzên artêşê li ser kampa penaberan a Cenînê ne û got;
Şeva borî herî kêm 7 terorîst hatin bêbandorkirin.
Şêniyên kampên penaberan bi dehan êrîş li dijî Îsraîliyan pêk anîn.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Joav Galant jî dibêje, artêş wê li Cenînê “bi awayekî aktîf û bi biryar pêş bikeve”.
Galant anî ziman ku hêzên parastinê yên Îsraîlê ji her senaryoyê re amade ne.
Hemasê soza piştevaniya bo Cenînê da
Di dema ku Filistîniyan ragihandin ku li Cenînê elektrîk qut bûye, di dîmenên ji herêmê de hatiye dîtin ku gelek kolan xera bûne.
Ji xeynî Hamasa Îslamî ya radîkal ku Şerîda Gazzeyê kontrol dike, rêxistinên wek Cîhada Îslamî di van salên dawî de bandora xwe li Cenînê zêde kirin e.
Piştî operasyona Îsraîlê, Hamasê bang li Filistîniyên li Şerîeya Rojava kir ku bikevin tevgerê û soza piştgiriyê da şervanên xwe yên li Cenînê.
Rêxistina Cîhada Îslamî ya milîtanên Filistînê jî got,
“Heta ku ev êrîş neyên sekinandin, bertekên muhtemel wê berfireh û berfireh bin.”
Îsraîl di Şerê Şeş Rojî yê sala 1967’an de Şerîaya Rojava ku axa Filistînê ye kontrol kir.
Armanca Filistîniyan ew e ku li axên Şerîaya Rojava, Xezze û Qudsa Rojhilat dewletekê ava bikin.



