Di şeva şeşan a piştî kuştina zarokê 17 salî de li kolanên bajarên welat alozî hebû.
Bêtirî 5 hezar westayît û hezar avahî hatin şewitandin.
Hemwextî vê ya balkêş ewe ku ji bo polîsê ciwanê 17 salî kuştî pere hat komkirin.
Ya diyar Fransa ber bi kendalekê ve diçe.
Di şeva şeşan de li tevahiya welêt 45 hezar jenderme û polîs hatin wezîfedarkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir di nava şevê de 157 kes hatin destgîrkirin.
Li ser rêya cemaweriyê 352 caran agir hate dadan, 297 wesayit û 34 avahî hatin şewitandin.
Li banliyoya Creteîlê ya Parîsê, bi fîşekên hewayî êrîş li ser avahiya dadgehê hate kirin.
Bi hinceta êrîşên li ser dibistanan roja Duşemê li gelek bajaran dibistan wê girtî bimînin.
Li gorî pênc şevên beriya niha di şeva şeşemîn de bûyerên gelekî mezin neqewimîn.
Bi hinceta binpêkirina pîvanên trafîkê di 27’ê Hezîranê de ciwanekî Cezayîrî Nahel M. ê 17 salî ji aliyê polîsan ve hate kuştin û piştre bûyeran destpê kirin.
Bêtirî 5 hezar wesayit, hezar avahî hatin şewitandin
Di şeva şeşemîn de nêzî 5 hezar û 300 wesayit, 10 hezar konteynirên sergo hatin şewitandin.
Agir bi zêdeyî hezar avahiyan hate xistin.
Li ser qereqolên polîsan û jendermeyan 250 êrîş hatin kirin.
Bêtirî 700 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.
3354 kes hatin binçavkirin
Ji dema kuştina zarok û vir ve hejmara kesên hatin binçavkirin hate eşkerekirin. Hate ragihandin ku di nava şeş şevan de 3 hezar û 354 kes hatine destgîrkirin.
JI BO POLÎSÊ KU NAHEL KUŞTÎ 800 HEZAR EURO HAT KOMKIRIN!
Di vê navberê de rastgirê tund Jean Messîha ji bo polîsê ku zarok qetil kir, kampanya da destpêkirin û 800 hezar Euro kom kir.
Hate ragihandin ku ev pere wê ji malbata polîsê girtî re bê dayin.
Gelek kesan ev helweseta rastgiran weke xelatkirina kuştina Ereban pênase kirin û nerazîbûn nîşan dan.
Li Fransa pêla rastgiriya tund zêde bû
Rastgirên tund ev bûyer ji xwe re kirin firsend û hîn bêhtir xwe nîşan dan.
Li Lyonê komek ji rastgirên tund li pêşiya şaredariyê li hev kom bûn û bi destwerdana polîsan hatin belavkirin.
Koma nijadperest dirûşmên “Em li mala xwe ne”, “Fransa ya Fransiyan e” qîriya.



