Li Parîsê polîsan ciwanekî 17 salî kuşt

Li paytexta Fransa ciwanek 17 salî ji aliyê polîsan ve hate kuştin.
Ev bûyer rastî nerazîbûna civakê hat û xwepêşandan hate lidarxistin.
Polîsê ku bi tohmeta kuştina ciwanê 17 salî hatibû sûcdarkirin, hat binçavkirin.

Li paytexta Fransa, Parîsê ciwanek 17 salî ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Li dijî vê yekê xwepêşandan hate li dar xistin.

Di vîdeoya ku li ser medyaya civakî belav bû de tê dîtin ku polêsek raste rast ajokarê wesayitekê dide ber guleyan.

Di vê gulebaranê de ciwanê bi navê Nael M. di singê xwe de bi giranî birîndar bû.

Piştî rakirina nexwaşxaneyê tevî hemû destwerdanan jiyana xwe ji dest da.

Polîsê ku bi sûcê gulebarankirina ciwanê 17 salî hatibû sûcdarkirin, bi sedema kuştinê hat binçavkirin.

Kuştina ciwanê 17 salî bi xwepêşandanekê hat şermezrkirin

Piştî bûyerê li bajarê Nanterre yê rojavayê Parîsê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Di çalakiya protestoyî de wesayît hatin şewitandin.

Her wiha li ber qereqolê fîşekên hewayî hatin teqandin.

Polîsan jî ji bo belav kirina çalakiya xwepêşandêran bi gaza rondikrêj êrişî kirin.

Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin li ser mijarê diyar kir ku vîdeoya ku li ser medyaya civakî hat parvekirin mirovan ecêbmayî dihêle.

Nael M. duyemîn kes e ku îsal li Fransayê ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.

Du hefte berê li Angouleme ya rojavayê welêt jî ajokarek 19 salî ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.

Par jî 13 kes bi vî awayî hatibûn kuştin.

Back to top button