Kanada dişewite, Amerîka di alarmê de ye

Ji ber şewata li Kanadayê, rewşa hewayê gelekî xirab bûye û mesafeya dîtinê jî kêm bûye.
Rewşa nebaş a hewayê bandoreke neyînî li jiyana 80 mîlyon kesên li herêmê dike.
Hate ragihandin ku 200 şewat ji bin kontrolê derketine.
Lewma Rayedaran bang li welatiyan kir ku li malê bimînin.

Ji ber şewata li daristanê Kanadayê ewrên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rengê xwe guhertiye.

Dûmana ku bi lez belav dibe gihîştin Peravên Rojhilatê DYA.

Şewatên li Kanadayê bandorê li 80 mîlyon mirov kir

Rewş nebaş a hewayê bandoreke neyînî li jiyana bêtirî 80 mîlyon kesên li herêmê dike.

Ji ber şewatan û dumana wê li Amerîka rewşa alarmê heye.

Asta mesafeya dîtinê kêm bû û cihên geştiyariyê hatin girtin.

Rayedaran bang li welatiyan kirin ku ji ber rewşa nebaş a hewayê li malê bimînin.

200 Şewatên li Kanada ji bin kontrolê derketin e

Saziyên Navberê ya Navenda Şewatên Daristanê a Kanada ragihand ku şewa hêjî berdewame û ji wan 200 şewat ji bin kontrolê derketine.

Bi vê yekê re Kanada demsala şewatê ya herî xirab jiyan dike.

Bandora şewatên li Kanada gihişt Ewropa

Ji aliyê din ve, dûmana şewata ku hefteya borî li parêzgehên Quebec û Ontario derketibû ji bakurê Oqyanûsa Atlantîk gihîştin parzemîna Ewropayê.

Li gorî rapora Copernicus ya doh hatî parvekirin,

Şewtên demên dawî yên li Kanada weke şewatên herî mezin yên metirsîdar û belav ket dîroka welat.

Hat diyarkirin ji ber şewatên ku ji serê meha Gulanê ve diqewimin heta niha 160 megaton (1 mîlyon ton) karbon belav bûye.

Li welatên ku ji ber germahiya global demsala şewata daristanan zû dest pê kir, bi milyonan hektar erd veguherand axê.

Back to top button