Ebdulezîz El Lecî: Me têra salekî madeyên bingehîn yê jiyanê depo kiriye

Li herêmên Rêveberiya xweser girtina tedrîbên ji bo rewşa awarte didome
Serokê Gerînendetiya Bazirganiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê destnîşan kir ku wan li gor rewşa awarte, madeyên bingehîn yê jiyanê ji bo salekê depo kirine.

Serokê Gerînendetiya Bazirganiyê ya Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê, Ebdulezîz El Lecî diyar kir ku ew piştî ragihandina rewşa awarte dest bigirtina tedbîran kiriye.

Ebdulezîz El Lecî derbarê amadekariyên xwe de ev agahî da:

“Ji dema ragihandina rewşa awarte ji bo peydakirina hemû madeyên sereke nexasim ard û şekir em dixebitin.

Ard bi rêjeyeke baş hatiye peydakirin..

Her wiha madeyên xwarinê weke zeyt, şekir, birinc, çay û madeyên din jî birêka şîrketa newroz me dabînkir.”

Gerînendetiya Bazirganiyê diyar kir ku ew çavdêriyê sûkan jî dikin da ku rê li pêşiya keysbaziyê bigirin.

Di dawiya axaftina xwe de El Lecî destnîşan kir ku li gel rewşa heyî, heta salekê wan madeyên bingehîn û xwarinê depo kirine.

Back to top button