Li Kerbela cenazeyê 8 kesan ji binê axê hate derxistin

Li bajarê Kerbelayê hilweşîna beşeke mi mezela Îmam Elî bû sedem hêsa civaka Şîa.
Piştî 60 saetan ji xebatên rizgarkirinê, cenazeyê 8 kesan ji binê xirbeyan hate derxistin.

Roja Şemiyê li bajarê pîroz ê Şîiyan Kerbelayê dema serdanê, beşek ji mezela Îmam Elî rûxiya.

Di qezayê de hejmareke ji welatiyan di binê axê de man.

Komên Parastina Sivîl ên Iraqê ragihand ku wan piştî 60 saetan xebat bidawî kirine.

Li gorî encamê,

Di qezayê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di nava wan de 5 jin û zarokek hene.

Piştî vê bûyerê, ji ber pirsgirêkên binesaziyê, rêveberiya Kerbelayê mezel ji bo serdanan qedexe kir.

Mezelê Qetara ê 25 kîlometre ji Rojavayê Kerbelayê dûr e, ji bo civaka Şîiya devereke pîroz e.

Û her salê bi hezaran kes diçin serdanê.

Ji ber ku Şîa bawer dikin sala 657 a mîladî, Îmam Elî li vê herêmê maye, mezel li ser navê wî tê naskirin.

Di serî de Muqteda El Sadr, lîderên civaka Şîa ji qezayê xemsariya hukûmetê berpirsiyar nîşan dan.

Back to top button