Kuştina keça îdeologê Rûs Aleksander Dugîn hê jî di rojeva Mosko de ye.
Ewlekariya Federal a Rûsya encama lêkolînên xwe ên têkildarî bûyerê bi raya giştî re parve kir.
Li gorî îdîayên Mosko, êriş ji aliyê servîsa taybet a Ukraynayê ve hatiye kirin.
20’ê Tebaxê li paytexta Rûsyayê Mosko, erebeya îdeolog û aqilmendê Pûtîn, Aleksander Dugîn bû armanca êrişeke bombeyî.
Di vê êrişê de keça wî Darya Dugîn a 29 salî jiyana xwe ji dest da.
Kremlîn piştî êrişê îşaret bi wê yekê kir ku dibe tiliya Ukrayna tê de hebe.
Û piştî xebatên lêkolînê yên 3 rojan, Ewlekariya Federal a Rûsya encam bi raya giştî re parve kir.
Ewlekariya Federla ragihand ku wan teqez tesbît kiriye ku êriş ji aliyê servîsa taybet a Ukraynayê ve hatiye kirin û ev agahî belav kirin:
Yê plana kuştinê amade kir, welatiya Ukraynayê Natalya Vovk e.
Ew roja 23 Tîrmehê derbasî Rûsyayê bû û têkildarî malbata Dugîn agahî berhev kirin.
Di vê pêvajoyê de Vovok tevgera Darya Dugîn şopand û pişt êrişî yek ser di ser herêma Pskov reviya Estonyayê.