Beyan El-Elî: QSD’ê amade ye bersiva êrişan bide

Hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser Beyan El-Elî piştrast kir ku QSD’ê amade ye bersiva êrişên Tirkiyê bide û gel biparêz e.
Ji fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, Ferhad Can jî anî ziman ku ew ê di çarçoveya mafê parastinê yê rewa de bersiva êrişan bidin.

Gef û êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî hîn jî bi dawî nebûye.

Li hember êrişeke gengaz QSD’ê hazir e ku parastina gel û herêmê bike.

Hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser Beyan El Elî derbarê mijarê de got:

“Dewleta Tirk hemû pêkhateyên li herêmê dike armanc.

Bi wê re hewl dide projeya Rêveberiya Xweser a li herêmê têk bibe.

QSD amade ye bersiva êrişên dewleta Tirk bide .”

Beyan El Elî helwesta Hikûmeta Şamê ya li dijî dagirkeriya Tirk şermezar kir û û wiha dewam kir:

“Divê hikumeta Şamê têkildarî êrişan li pêşberî raya giştî xwedî helwesteke zelal û diyar be.”

Dawiyê Beyan El Elî bang li hemû pêkhateyên li herêmê kir ku li hember êrişan yekdest bin.

Ferhad Can: Em ê di çerçoveya mafê parastinê yê rewa de bersivê bidin

Ji fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, Ferhad Can jî derbarê mijarê de ev got:

”Êrişên Tirkiyê piştî civînên Tehran û Soçiyê zêdetir bûn. Rojane herêmê topbaran dike.

Li ser bêdengiya Hikûmeta Şamê ya li hember êrişan jî Ferhad Can ev tişt anî ziman:

“Tirkiyê hêzên hikûmetê jî dike armanc. Heta niha gelek kuştiyên wan jî çêbûne.

Lê tevê vê jî ew bersivê nadin, ji ber ku ji wan re hatiye gotin ku bersivê nedin.”

Dawiyê Ferhad Can piştrast kir ku ew ê di çarçoveya mafê parastinê yê rewa de bersiva êrişan bidin.

Mahmûd Mistefa: Em ê herêmên dagikirî rizgar bikin

Ji Fermandarên Siwar Idlib Mahmûd Mistefa Teyba ku ji Idlibê ye derbarê mijarê ji ANF’ê re axivî.

Mahmûd Mistefa diyar kir ku ewê bi QSD’ê ve serbikevin û got:

QSD xwedî bingeheke serketî ye.

Yekîtiya gelan, gel û civakên baweriyan hemûyan di nava xwe de vedihewîne. Armanca wan ew e ku xaka Sûriyeyê ji çete û dagirkeriya Tirk biparêzin. Taybet jî emê Idlib û Efîrnê rizgar bikin.”

Back to top button