Mîthat Sancar: Karaseta li Dêrikê ne qezaye ,cinayete

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar anî ziman ku karesata li Dêrikê ne qezayeke asayî ye û got:
“Karesata ne qeza ye, cinayet e.”

Hevserokê Giştî HDP Mîthat Sancar serdana malbatên 21 kesên ku jiyana xwe ji dest dan kir.

Sancar piştî serdana taziyeyan çû cîhê bûyerê û piştî vekolîna li cihê bûyerê daxuyanî da.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî diyar kir ku di 20’ê Tebaxê de 2 karesatên cuda rû dane û got:

“Em pêşî hîn bûn ku di qezaya Dîlokê de gelek mirovên me jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku hejmara miriyan 16 ye.

Piştî wê bi demeke kurt, em li Dêrikê jî bi karesateke mezintir re rû bi rû man.

Ne pêkan e ku em ji karesata li vir wekî qezayek hêsan bidin der.

Li aliyekî bûyerê îhmalkarî hene.

Ji van îhmalkariyan a sereke jî ew e ku wesayîtên bargiran in ku di nava bajêr re diçin.

Diviyabû ne wiha bûna, diviyabû destûr nehatan dayîn.”

Sancar destnîşan kir ku berpirsê vê bûyerê desthilat e û got:

“Ew li her derê li cem gelê xwe ne û ji aşkerakirina berpirsan û hesabdayînê dê bixebitin .”

Back to top button