Li parêzgeha Besra ya Başûrê Iraqê, êrîşek bi mûşekan li dijî şirketeke Petrolê ya Amerîkî pêk hat.
Çavkaniyeke ewlekariya Iraqê ragihand ku, di berbanga vê sibê de, 5 mûşekên Katyûşa li nêzî zeviyên petrolê yên li devera Bercisiye ya li Besrayê ketin.
Çavkaniyê diyar kir ku êrîşê, şirketa Halliburton a Amerîkî kir armanc û ziyanek madî gihand avahiyên wê, lê ti ziyanên canî çênebûn.
Tê zanîn di dema dawî de, Amerîka ji bo parastina hêz û şirketên xwe, dest bi bicihkirina pergala parastina asmanî Patiriot li Iraqê kiriye.