Bandora teqîna nuklerî ya Chernobyl hîn jî li cîhanê didome. Ji ber şewata ku aniha li daristanên bajarê Chernobyl yê Ûkraynayê derketiye, asta tîrêjandinê 16 qad zêde bûye.
Beriya 2 rojan, li daristanên bajêr şewat derket.
Wezareta Rewşên Awarte ya Ûkraynayê, ji bo vemirandina şewatê xebat dan destpêkirin.
Wezaretê ragihand ku ew bi balafir, helîkopter, 80 erebeyên agirkujê û 140 xebatkarî, hewl didin agir vemirînin.
Heya niha 20 hektar daristanên Chernobyl hatine şewitandin û şewat hîn jî berdewam e.
Li gorî Wezareta Rewşên Awarte ya Ûkraynayê, vê şewatê asta tîrêjandinê 16 qatan zêde kiriye û dibe ev yek hîn zêdetir bibe.
Ji ber vê îhtîmalê, dewletên cîran hişiyarî dan hikumeta Kîevê, da tîrêjandin belavî welatên wan jî nebin û tedbîrên pêwîst di zûtirîn dem de bigire.
Sala 1986an, li bajarê Chernobyl yê Ûkraynayê, teqîneke mezin a nuklerî pêk hatibû.