“NY” metirsiya xwe ji zêdebûna tundiya li dijî jinê, anî ziman

Li gel belavbûna Corona ku zêdetirî 2 milyar kes li seranserî cîhanê neçarî rûniştina malê kiriye, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hişyarî da û bang li cîhanê kir ku divê mafê jinan were parastin. 

Guterres, duh bi rêya vîdyoyekê re, metirsiya xwe ji asta bilindbûna tundiya li dijî jinê anî ziman.

Guterres got:

“Tundî ne tenê di qadên şer de tê kirin, di heman demê de li mal û di nava malbatê de jî rû dide.

Jin, malê weke cihekî ewle ji xwe re dibîne, lê di wextekî de ku vîrûsa Corona belav bûye, metirsiya çêbûna tundiyê ji hêla mêr ve, hîn zêdtir bûye”.

Guterres anî ziman ku “ji ber Corona zexetên aborî di navê civakê de zêde kirine, ev yek metirsiyekê di nava malbatê de jî çêdike”.

Sekreterê Giştî yê NY, di dawiyê de bang li hemû hikumetan kir ku divê pêşî li tundiya li ser jinê bigirin û bertekên tund li hemberî vê tundiyê nîşan bidin.

Back to top button