Li Fasê ya Mexribê, 5654 girtî hatin efûkirin

Li bajarê Fasê yê Mexribê, ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Coronayê, 5 hezar û 654 girtî hatin efûkirin. Ev yek ji aliyê Wezîrê Edaletê û şahê Fasê Mihemedê 6. pêk hat. 

Wezareta Edaletê ya Fasê ragihand ku, girtiyên bimînin jî, wê hemû tedbîrên tenduristî ji wan re bên girtin.

Wezaretê her wiha eşkere kir ku ev biryar di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji vîrûsa Corona û pêşîlêgirtina belavbûna wê de, hatiye girtin.

Li Fasê ya ku ji mezintirîn bajarên Mexribê piştî Dar el-Beyda’ e, ji bo rê li ber vîrûs Coronayê were girtin, hemû dergeh û sînorên xwe girtine û tedbîrên xweparastinê zêde kirine.

Back to top button