Netewên Yekbûyî: Divê Hizbullaha Libnanî, bê çek bimîne.

Netewên Yekbûyî bang li hikûmeta Libnanê kir ku tevgera Hizballahê bêçek bike.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres bi riya daxuyaniya destnîşan kir ku ji bo aramiya li Libnan, Sûriye û herêmê bi giştî divê Hizbullaha Libnanî, bê çek bimîne.

Ev daxuyaniya Antonîo Gûterres di demeke wiha hat ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo serdana Îsraîlê kir.

Her wiha balkêş e ku daxuyanî piştî biryara Almanyayê ya ji bo qedexekirina Hizbullahê hate dayîn.

Back to top button