
Çeteyên koma “Mertala Firatê” ya dewleta Tirk gundewarê Minbicê bi çekên giran topbaran kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li gundên xeta di navbera wan û meclisê de didomînin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wê saetên êvarê gundên li ser xeta Sacûrê bi çekên giran topbaran kirin.
Li gorî Meclisa Leşkerî gundên Ereb Hesen, Mehsenlî yên bakur-rojavayê bajarê Minbicê ji aliyê dagirkeran ve hatine topbarankirin.