Li Dêra Zorê, hêzên ewlehiyê mayîneke bi giraniya 15 KG ji madeya TNT a teqemiyê bê bandor kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser mijarê ev agahî da:
Li ser agahiyên bendeke kontrolê ku madeyek bi guman li ser rêya di navbera herêma Bisêra û Şihêl de nêzî çarxerêya Etal a heye, pirsporên teqemeniyê dimildest berê xwe dan wir.
Hêzên ewlehiyê rê bi temamî qut kir û sivîl jê dûrxistin.
Paşê Yekîneyên Endizyariyê mayîn bê bandor kir.
Hêzên ewlehiyê agahî dan ku mayîn bi giraniya 15 KG ji madeya TNT ye.




