KONGRE GEL :Bi wesileya sala nû peyamek weşand û bûyerên di nava sala 2021’an de nirxand

Hevserokatiya KONGRA GEL derbarê bûyer û pêşketinên di nava sala 2021’an de peyamek weşand. KONGRA GEL diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd, faşîzma dewleta Tirk aniye li ber hilweşandinê û destnîşan kir ku li gel pêngava dîrokî ya gerîla, eger pêngava gel a civakî jî pêk were wê sala 2022’an faşîzm teqez têk biçe.

Hevserokatiya KONGRA GEL bi wesîleya sala nû peyamek weşand û tê de bûyer û pêşketinên di nava salê de nirxand.

KONGRA GEL di serî de têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo diyar kir ku li Îmraliyê siyaseta tecrîda giran bê navber dewam kir.

KONGRA GEL bal kişande ser zêdebûna zext û êşkenceyên di zindanên Tirkiyê ku li dijî girtiyên siyasî yên nexweş tê meşandin û got, “Dewlet êdî di zindanan de girtiyên azadiyê înfaz dike,”

Hevserokatiya KONGRE GEL: Neyartiya dewleta Tirk a li gelê Kurd, di sala 2021’ê de gihîşt asta herî jor

KONGRA GEL derbarê êriş û kirinên dewleta Tirk yên li dijî gelê Kurd ku di nava salê de li herêmên dagirkirî, Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê, Şengal û yên li zindanên Tirkiyê de jî eşkere kir ku di sala 2021’ê de neyartiya dewleta Tirk ya li dijî nirxên gelê Kurd, gihîşte asta herî jor.

Hevserokatiya KONGRE GEL: PDK’ê hemû derfetên xwe xist bin xizmeta dewleta Tirk

KONGRA GEL tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Başurê Kurdistanê û êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla bi bîr xist û îşaret bi hevkariya PDK’ya bi dewleta Tirk re kir.

KONGRE GEL eşkere kir ku di sala 2021’ê de PDK’ê bi tevahî derfetên xwe ên leşkerî, aborî, siyasî, îstîxbarî hevkariya dewleta Tirk kir.

Hevserokatiya KONGRE GEL: Desthilatdariya AKP-MHP’ê wê têk biçe, wekî din çare nîne

KONGRE GEL eşkere kir ku di nava salê de çawa ku êrişên dewleta Tirk zêde bûn, li hemberî vê jî bi pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ xwedî derketina Rêber Apo li cîhanê belav bû û wiha dewam kir:

“Taybetmendiya sala 2021’ê ji bo gelê me, bi berxwedana Rêber Apo, gerîla û gel, siyaseta dewleta Tirk ya sed sale li ser gelê Kurd dimeşîne têk çû.

Ji ber şerê Kurdistanê aboriya Tirkiyê têk çû. AKP-MHP ji bo şerê Kurd finanse bikin, bi destê mafya û çeteyan bazirganiya narkotikê kirin û hê jî dikin.

Dewlet di nav çete û mafyayê de hatiye parvekirin. Gendelî, dizî, bêedeletî, zordarî gihîştiye asta jor.

Li ser vî esasî em dibêjin ku şert û mercên têk çûna faşîzmê çêbûye.”

Hevserokatiya KONGRE GEL: Em hêvî dikin sala nû bibe sala azadiya Rêber Apo û ya gelê Kurd

Hevserokatiya KONGRA GEL di dawî de, sala 2022’an di serî de li Rêber Apo, gelên Kurdistanê û mirovahiyê pîroz kir û hevî kir sala nû bibe wesîla azadiya Rêber Apo û ya gelê Kurd.

Back to top button