Li peravên Lîbyayê cenazeyê 28 koçberan hat dîtin

Koçberiya ber bi Ewrûpa ve bi rengên qaçax bi riyên cûda dewam dike.
Li peravên Lîbyayê, cenazeyên 28 koçberan hatin dîtin.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, tîmên Heyva Sor li du nuqteyên cuda yên beravên Allûs ên 90 KM dûrî paytext Trablûsê, cenazeyê 28 koçberan dîtin.

Her wiha 3 koçberên sax jî hatin dîtin.

Cenazeyên ku hatine dîtin, hemû riziya bûn û tê texmînkirin ku keştiya koçberan a beriya demekê li herêmê wenda bûyî ye..

Beriya demeke ne dirêj, li peravên rojava yên Lîbya, keştiyên koçberan noqî avê bûbûn û di nava hefteyekê de 160 koçberî jiyana xwe ji dest dabûn..

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî, ji destpêka salê ve û heta niha, li peravên Lîbyayê 1500 kesî jiyana xwe ji dest dan e.

Zêdeyî 30 hezar koçber jî hatin e rizgarkirin.

Back to top button