Li Efrînê çeteyan jina binavê Zeyneb Ebdo bi şewatê kuştin

Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dikin.
Jineke Efrînî ku çeteyan ew girtibû û berdan, di mala xwe de kuştî hat dîtin.

Li gundê Rota yê navçeya Mabata cenazeyê jineke ku bi şewatê hatibû qetilkirin, hate dîtin.

Çavkaniyan gotin, jina kuştî hatî dîtin, navê wê Zeyneb Ebdo ye.

Zeyneb Ebdo nû ji girtîgehên çeteyan hatibû berdan.

Çeteyên “Cebha Şamiya” ya girêdayî dagirkeriya Tirk destdanîbûn ser mala Zeyneb a li navenda bajarê Efrînê û kiribûn baregehek.

Çeteyan tevahî malbata Zeyneb Ebdo revandine û aqûbeta wan heta niha ne diyar e.

Back to top button