Li Hindistan û pakistanê baranên musonê

Li herêmên bakurê Hindistanê û Pakistanê ji ber baranên musonê herî kêm 191 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber lehiyê ziyan gihişt 600 malan.

Di rojên dawî de ji ber baranên musonê li gelek deverên herêmên bakurê Hindistanê lehî rabûn.

Hejmara kesên di lehiyan de jiyana xwe ji dest dayîn 100 derbas kir û gelek jî birîndar bûn.

Ji ber lehiyan rê xerab bûn û pir jî herifîn.

Li Hindistan û Pakistanê ji ber barana musonê nêzî 200 kes mirin

Hat zanîn ku herî kêm 170 mal hilweşiyan û ziyaneke mezin gihişt 600 malan jî.

Ji 8’ê tîrmehê heta niha zêdetirî 300 kesên asê mabûn ku piraniya wan turîst in, bi rêya helîkopteran hatin rizgarkirin.

Fikar ew e ku di rojên pêş de ava çendek herêmên bajar bên qutkirin.

Yek ji welatên ku baranên musonê lê bibandor jî Pakistan e.

Di navbera 25’ê Hezîranê û 12’ê Tîrmehê de 91 kesan jiyana xwe ji dest dan û 151 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya rêveberên welat de hat gotin, ji ber baranên zêde heta niha zirar gihiştiye 99 malan.

Her sal di navbera mehên Hezîran-Îlonê de ji ber baranên musonê li Pakistanê lehiyên mezin radibin û ziyaneke mezin didin.

Di encama lehiyên par ên li Pakistanê de herî kêm hezar û 739 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Hatibû gotin, ji ber lehiyan 30 milyar dolar zirar gihiştiye Pakistanê.

Back to top button