Êriş û hevkariya PDK’ê li Geverê hate şermezarkirin

Li navçeya navçeya Geverê a Colemergê gel ji bo êrişên PDK’ê şermezar bike hatin bahev.
Lê polîsan êrişî girseyê kirin û gelek kes birîndar bûn.

Êrişên PDK’ê yên li dijî gerîla û hevkariya bi dagirkeriya dewleta tirk re Li Bakurê Kurdistanê bi tundî tê şermezarkirin.

Di vê çarçoveyê de îro xelkê navçeya Gevera Colemêrgê li dijî helwesta PDK’ ê li qadan bûn.

Beriya daxuyaniyê, tevahiya kolanan ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Tevî vê yekê jî girseya li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’a Geverê kom bû dirûşma “Bimre xiyanet” berz kir.

Polîsan êrişî girseyê kir: Gelek kes birîndar bûn

Polîsan destûra çalakiyê nedan û bi bombeyên gazê û ava şid êrişî girseyê kirin.

Di êrişê de gelek kes hatin derbkirin û birîndarkirin.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk û girseya gel,li cadeya sereke çalakiya rûniştinê kirin.

Polîsên faşîst ên Tirk, êrişî parlamenteran jî kirin.

Back to top button