Tûnisiyan, Erdogan bi gotinên “diz û Terorîst” şermezar kir

Serdana Erdogan a ji bo Tûnûsê rastî bertekên tund ji aliyê Tunisiyan ve hat û Erdogan bi gotinên “Diz û Terorîst” hate şermezarkirin.

Piştî serdana Erdogan ya 25’ê Kanûnê, gelek aktivîstên civaka sivîl doh li pêşiya sefaretxaneya Tirk a li Tunisî çalakî pêk anî.

Di çalakiyê de Erdogan hate şermezarkirin û bang li Tunisê hate kirin ku bê-alîtiya xwe bidomîne.

Hate ragihandin ku Erdogan bi taybet dixwaze Tunisê bike hevkarê sûc xwe yê li Lîbyayê.

Serokkomarê Tunisê ragihand ku Tunis tu caran beşdarî tifaqekî wiha nabe.

Tevî vê daxuyaniyê, aktivîstên Tunisî “Destwerdana dewleta Tirk” ya li Lîbyayê şermezar kir.

Çalakgeran banga danûstandinan li Lîbyayê kirin û diyar kirin ku ji ber deswerdana ji derve li welat windahî û zirarên mezin çêbûne.

Di çalakiyê de ji bo Erdogan pankarta “Diz û terorîst” hate hildan.

Leave a Reply

Back to top button