Tirkiye mayîndeya dagirkirina xwe ji xaka Sûrî re tekez kir

Dewleta Tirk li ser mayîndebûna dagirkeriya xwe ji xaka Sûriyê re îdia kir ku ew leşkerên xwe ji nuqteyên li Idlibê venakişînin.

Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar di civîneke li Hatayîyê diyar kir ku nuqteyên wan ên li Idlibê ji bo misogerkirina agirbestê hatine avakirin.

Akar got:

Em ji nuqteyên xwe yên li Idlibê dernakevin û em dev ji wan jî bernadin.

Beriya du rojan jî Wezareta parstinê ya Tirkiyê dîsan ragihand ku, çi êrîş li ser nuqteyên wê yên çavdêriyê li Idlibê bê kirin wê bê bersiv nemînin..

Di êrîşên Rêjîmê yên li ser gundewarê Idlibê de, 3 nuqteyên dewleta Tirk hatin dorpêçkirin û li ser dirêjahiya salê 2 caran hatin topbarankirin.

Gelek caran jî rejîma Sûrî banga vekişandina leşkerên dewleta Tirk ji xaka Sûriyê kiriye û ev nuqteyên dewleta Tirk bi ên dagirkeriyê pênase kiribû.

Leave a Reply

Back to top button