Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist û xebatên xwe yên salê nîqaşkirin.
Civînli hola meclisê ya li navçeya Amûdê bi beşdariya hevserokên deste û buroyan hat lidarxistin.
Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Talet Yûnis û Nezîra Gewriyê û cîgirê hevserokatiyê Elî Keûd civîn bi rê ve bir.
Raporên salane yên hevserokatiya Meclisa Rêveber, kantonên Qamişlo û Hesekê, deste û buroyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê, hatin nîqaşkirin.
Tê payîn ku xebatên civînê heta du rojan bê navber bidomin.
Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê duh erkdarkirina 7 hevserokên desteyên Meclisa Rêveber erê kir û erkdaran dest bi erka xwe kir.