Welatên Rojava hewil didin Rûsya bitirsînin

Welatên Rojava piştî hemleya Putin, hewil didin ku helwestek tund diyar bikin.
Serokê DYA Biden ragihand wê li ser Rûsyayê cezayên ku “têkiliya bi pergala darayî ya Rojava re qut bikin” werin sepandin. Berpirsê Polîtîkayên Ewlekarî û karên Derve yê YE Borrell jî diyar kir ku cezayên ji aliyê YE ve bên sepandin, wê zererê bide Rûsya.

Piştî Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin herêmên Donbass yên dibin kontrola cudaxwazan de bi fermî naskir, ji welatên Rojava weke bersiva despêkê cezayên aborî hat.

Ji DYA û ye biryarên cezakirina Rûsya

Brîtanya û Almanya helwesta yekem diyar kirin.

Li peywan DYA û Yekîtiya Ewropa jî kazexên di destê xwe de anî ser masê.

Biden cezayên li dijî Rûsya eşkere kir

Serokê DYA Joe Biden doh bi rêya daxuyaniyeke çapemeni ya li Koşka Spî got;

Ceza wê bazirganiya guehrtinên hikumeta Rûsyayê, du bankên mezin ên rûsî, kesên ku piştgiriyê didin Putin û malbatên wan bigire ber xwe.

Joe Biden diyar kir ku ew bi vê yekê re hewil didin têkiliya Moskowê bi bazarên sermayeya rojavayî re qut dibe.

Biden, naskirina Putin a serxwebûna herêmên Donbassê re, weke “Despêka êrişa Rûsya li ser Ûkrayna” binav kir.

Serokê DYA’yê diyar kir ku ew ê piştgiriya xwe ya çekan a li Ûkraynayê bidomînin.

Her wiha anî ziman leşkerên DYA yên li Ewropayê bi cih dibin wê bişînin welatên Baltîkê.

YE: Wê ziyanê bidîn Rûsyayê

Yekîtiya Ewropayê (YE) biryara cezayên li ser Rûsyayê da.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ku serokê demkî yê YEyê ye, ragihand ku pêşnûmeya cezayên li dijî Rûsyayê piştî hevdîtina bi wezîrên derve yên YEyê re li paytext Parîsê hat qebûlkirin.

Seroka Komîsyona YE’yê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya YE’yê Charles Michel diyar kirin ku cezayên li ser bankan, bazarên darayî û bazirganiya derve ya Rûsyayê ne.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê YE Josep Borrell der barê çarçoveya cezayan de daxuyanî da û got, “Ew ê gelekî zirarê bide Rûsyayê.”

Lê biryara cezayên ku ji aliyê Wezîrên Karên Derve ve hatine girtin ne mecbûrî ye.

Konseya Wezîran a YE ku wê vê hefteyê li Brukselê bicive, tê payîn biryara dawî ya li ser cezayan bide.

Ceza piştî ku di Rojnameya Fermî ya Yekîtiya Ewropayê de hatin weşandin, dikevin meriyetê.

Welatên g7 piştevaniya cezayên li dijî Rûsya dike

Ji aliyê din ve, Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ku di heman demê de, seroka demê a G7’ê ye, diyar kir ku ew piştgiriyê didin biryara cezakirinê.

Baerbock careke din bang li Rûsyayê kir ku leşkerên xwe ji sînorê Ûkraynayê vekişîne.

Her wiha Japonya û Awistralya jî helwesta xwe diyar kirin û cezayên li ser Rûsya eşkere kirin.

Back to top button